Nexweşxaneya El Ehlî ya Xezayê bû armanca êrişê

Doh nexweşxaneya El Ehlî ya li Xezayê bû armanca êrişeke mezin.
Li gorî Wezareta Tendirûstiyê ya girêdayî Hamasê, ji ber êrişê 500 kesî jiyana xwe ji dest da.
Hamasê yekser ji êrişê artêşa Îsraîlê berpirsiyar nîşan da.
Îsraîlê jî ragihand ku ti pêwendiya wan bi êrişê re tine ye û got, moşekên li derdora nexweşxaneyê ketine ji aliyê Hamasê ve hatine avêtin.

Di roja 11’an a şerê Îsraîl û Hamasê de, diyar dibe bê çawa rê li ber encameke kambax tê vekirin.

Bi taybetî jî hejmara mezin a sivîlên ku para xwe ji êrişên herdû aliyan digrin.

Doh êvarê Nexweşxaneya El Ehlî ya bajarê Xezayê bû armanca êrişeke mezin.

Wezareta Tendirûstiyê ya Xezayê: Di êrişê de 471 kes hatin kuştin

Wezareta Tendirûstiyê ya girêdayî Hamasê ragihand ku di encama êrişê de 500 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Hamasê yekser ji vê êrişê Îsraîl berpirsiyar nîşan da.

Êriş hem li qada navneteweyî û hem jî ya herêmê bû sedema gelek nerazîbûnan.

Cîhana Ereb û Musliman Îsraîl bi wê yekê tawanbar kir ku li dijî Filîstîniyan komkujî pêk anîye.

Hêzên Rojavayî jî tenê nerazîbûna xwe ya li dijî kuştina sivîlan nîşan dan.

Wekî din plan ew bû ku îro li Urdun civîneke bilind a 4 alî bihata lidarxistin.

Beşdarên wê jî serokên Amerîka, Misir, Urdun û Filîstînê bû.

Lê ji ber êrişa li dijî Nexweşxaneyê ev civîn hat betalkirin.

Îsraîl: Êrişa li dijî nexweşxaneyê ji aliyê Hamasê ve hatiye kirin

Di vê navberê de ji ber zêdebûna nerazîbûnan, artêşa Îsraîlê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Ji berdevkên artêşê Danîel Hagarî bi konferanseke çapemeniyê encama lêkolînên xwe bi raya giştî re parve kir.

Hagarî ragihand ku ti pêwendiya wan bi êrişê re tine ye û îdîa kir ku ev yek ji aliyê Hamasê ve hatiye kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê got;

Ti êrişeke me a ezman, deryayî û bejahî li dijî nexweşxaneya Xezayê pêk nehatiye.

Pergala me a radaran piştrast kir ku moşekên li nexweşxaneyê ketine, bi şaşîtî ji aliyê Xezayê ve hatine avêtin.

Şerê Hamas û Îsraîlê: Hejmara kuştiyên aliyan nêzî 5 hezaran dibe

Alozî 7’ê Cotmehê bi êrişa Hamasê destpêkir.

Û wê rojê di nava çend saetan de derdora 1400 Îsraîlî hatin kuştin û praniya wan sivîl bûn.

Bêtirî 3 hezar birîndar û derdora 200 kes jî dîl hatin girtin.

Îsraîlê jî ev êriş weke sedema destpêkirina şerekî mezin ragihand.

Û ji wê rojê ve bajarê Xezayê bi dijwarî tê bombardimankirin.

Li gorî daneyên wezareta tendirûstiyê ya li Xezayê,

Heta niha ji ber êrişan 3 hezar û 478 kes hatine kuştin û 11 hezar û 65 jî birîndar bûne.

Êrişa 7 Cotmehê: 24 Fransî û nêzî 10 Alman di nava kuştiyan de ne

Di vê navberê de hejmara biyaniyên ku di êrişa 7’ê Cotmehê ya Hamasê de hatine kuştin jî eşkere dibe.

Fransa ragihand ku 24 welatiyên wan û Almanyayê jî eşkere kir ku nêzî 10 welatiyên wan di êrişên Hamasê de hatine kuştin.

Şerê Îsraîl û Hamasê: Xeza bê navber tê bombebarankirin

Back to top button