Xelkê Mexmûrê: Erdhejê gûmanên me zêdetir kir

Xelkê Mexmûrê jî ji bo agahiyekê ji rewşa Rêber Apo were girtin meşeke girseyî lidar xistin.

Piştî erdheja li Gemlîkê Xelkê Mexmûrê jî ji bo agahiyekê ji rewşa Rêber Apo were girtin meşeke girseyî lidar xistin.

Şeniyên ku li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, berê xwe da avahiyana NY.

Piştre li ser navê xelkê wargehê Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Filîz Bûdak daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi fikarên li ser jiyana Rêber Apo hate kirin û wiha hate gotin:

“Ji rewşa li Îmraliyê hemû hêzên komploger berpirsyar in”

Erdheja ku duh çêbûyî ji aliyê pisporan ve tê gotin, ya şiyariyê ye.

Ji ber wê yekê her kêliya ku em nefes digirin dibe li Îmraliyê tiştên cûda biqewime.

Lewra her tişta ku li Îmraliyê diqewime hemû hêzên komploger ji vê yekê berpirsyar in.

Bûdak bang li komîteya pêşîlêgirtina êşkenceya CPT hate kirirn ku demildest bi erka xwe rabe û got:

“Heta ku rêbertî bi fîzîkî azad nebe, em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”

Back to top button