“Ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Apo dakevin qadan”

Tevî meş û çalakiyna jî li gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo wergirtina agahiyeke ji Rêber Apo daxuyanî hatin dayîn.
Di naveroka tevahî daxuyaniyan de hate xwestin ku di zutirîn demê de agahiyek li ser rewşa Rêber Apo were eşkerekirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cuda banga zelakirina rewşa Rêber Apo tê kirin.

Di vê çarçoveyê de, Meclisên Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek daxuyanî dan.

Meclisê daxuyanî li Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê û Til Temirê xwend.

Di daxuyaniyê de, wiha hate gotin:

“Li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran û cezayên dîsplînê hatine ferzkirin.

Ev yek dibe sedema metirsiyên li ser tenduristiya Rêber Apo.

Bi taybet piştî erdhejên li nêzî Îmraliyê çêbûne.”

Meclisê eşkere kir ku armanc ji siyasetên li Îmraliyê tên meşandin, têkbirina berxwedan û azadiyê ye û wiha got:

“Bila dewleta Tirk baş bizane ku bi siyasetên xwe nikare vîna Rêber Apo têk bibe.”

Meclisê bang li kurd û kurdistaniyan kir ku dakevin qadan û zextê li rêxistinên peywendîdar bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê jî daxuyaniyek da û got:

“Divê di zûtirîn dem de hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bê.”

Li Tebqayê jî daxuyaniyek hat dayîn.

Xelkên Tebqa bêdengiya navneteweyî ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Her wiha diyar kirin ku divê dimlisdest hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin û rewşa tenduristiya rêbertî bi raya giştî re bê parve kirin.

MINBIC

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê jî bi daxuyaniyekê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku dimildest zextê li Tirkiyê bikin da ku rewşa Rêber APo bê naskirin.

Back to top button