Parêzerên Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî erdheja li Gemlîkê ji bo hevdîtina bilez a bi Rêber Apo û girtiyên din re serlêdan kir.
Parêzeran diyar kirin ku bi erdheja ku rû da re fikarên li ser rewşa îmraliyê zêde bûye û gotin: “Divê em bi lezgînî hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin.”

Duh li peravên Mûdanyayê bi pileya 5.1 erdhej çêbû.

Ev devera ku erdhej lê çêbûye girava Îmraliyê jî digire nava xwe.

Lewma fikarên li ser rewşa Rêber Apo û girtiyên din yên ku li Îmraliyê dimînin zêdetir bûye.

Ji ber vê ji parêzerên Bûroya Hiqûqê 4 parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Rêbeveriya Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê tên ragirtin jî serlêdan kirin.

Parêzeran di hinceta serlêdanê de erdheja duh bi bîr xistin û diyar kirin ku dixwazin demildest bi Rêber Apo û hersên girtiyên din re hevdîtinê bikin.

“Bi erdheja heyî re fikarên me yên li ser greva Îmraliyê zêdetir bûye”

Parêzeran di berdewama serlêdanê de wiha gotin:

“Erdheja ku rû da fikarên me zêde kir.

Ji ber ku girava Îmraliyê jî di xeta erdhejê de ye.

Lewma divê em bi lezgînî hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin.”

Dewleta Tirk nahêle bi Rêber Apo û girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin pêk were

Mafê hevdîtinê yê Rêber Apo û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin.

Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 5 cezayên disiplînê li Rêber Apo û girtiyên din hatin birîn.

Ji wê demê ve mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin.

Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî sedema cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin.

Ev yek jî fikarên li ser rewşa îmraliyê zêdetir dike.

Back to top button