Li Rojhilatê Dêra Zorê xebatên paqijkirina kolanên giştî destpêkir

Meclisên Şaredariyan yên gundewarê rojhilatê Dêrazorê ji ber vîrûsa corona dest bi paqijîya cihên giştî kir.

Meclisên Şaredariyan û meclisa herêmî li ser banga Meclisa Sivîl a Dêrazorê di çarçoveya
xweparastina ji vîrusa Corona dest bi xebatên dezenfktekirinê kir.

Tevahî şaredariyên rojhilat Dêrazorê bi alîkariya kadroyên pispor û erebeyên parastina sivîlan tevlî xebatên dezenfktekirinê dibin.

Ev xebat dê li rêya giştî, deverên ku şênî lê kom dibin, qadên giştî, sûk, meclis û saziyên Rêveberiya xweser pêk werin.

Tê payîn ku xebatên dezenfktekirinê heta roja înê bidomin da ku tevahî herêmên rojhilatê Dêrazorê heta Baxozê bigire nava xwe.

Hêjayî gotinêye ku meclisa herêma rojhilatê Dêrazorê ya Rêveberiya Sivîl roja sêşemê biryara qedexeya giştî heta 10 rojan, ferz kiribû.

Back to top button