Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm ji serokê bloka Şepêla El-Sedir ya Îraqî Miqteda El-Sedir xwest ji biryara xwe ya vekişîna ji hilbijartinan, paşde vegere.
Emar Hekîm li ser hesabê xwe yê Twîtterê bang li Miqteda El-Sedir kir ku “hewldanên xwe yên nîştimanî yên ji bo rûbirûbûna astengiyan û bidestxistina xwestekên gel, berdewam bike”.
Berî demekê Miqteda El-Sedir xwestibû ku rewşa Îraqê û pirsgirêkên wê werin çareserkirin û girseya wî, xwestibû ku piştî hilbijartinan, serokwezîr ji bloka wan be.
Lê 15’ê vê mehê, anku berî 2 rojan, serokê El-Sedir ji televîzyoneke Îraqî re da xuyakirin ku ew ê hilbijartinên pêşwext yên parlamenê boykot bikin.
El-Sedir diyar kiribû ku ew ê destekê hew bidin hikûmeta Mistefa Kazimî.