Li Serê Kaniyê 8 kes hatin kuştin 19 jî birîndar bûn

Îro motorsikêteke bombebarkirî li Serê Kaniyê teqiya, di nav de zarokek û jinek, 8 kes hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku motorsiklêtek bombebarkirî li nêzî avahiya “êmê sawalan” li bajarê Serê Kaniyê teqiya..

Li gorî çavdêriya Sûrî, di encama teqînê de jê zaroke û jinek, 8 kes hatin kuştin û zêdeyî 19 kes birîndar bûn.

Berî wê bi du rojan jî, erebeyek bombebarkirî li nêzî çerxereya Coza ya Serê Kaniyê teqiyabû, di nav de jinek, 4 kes kuştin..

Piştî dagirkeriya dewleta Tirk a Serê Kaniyê, li wir bê-aramî û tevlihev zêde bûye û rojane bûyerên wiha pêk tên.

Back to top button