“Ez dixwazim bimeşim, alîkariya min bikin”

Zarokê bi navê Ebdulah Berzan beriya du salan bi guleyên Artêşa Tirk li ser sînor birîndar bûye û heta niha nikare bimeşe..

Ebdulah ji Ronahî TV re dibêje ku ew dixwaze bimeşe û banga alîkariyê dike.

Berî du salan Ebdulah Berzan (14) ê ji gundê Xerabkurtê yê Rojavayê Qamişlo bi guleyên leşkerên Dewleta Tirk birîndar bû. Ji ber wê yekê û tevî derbasbûna du salan û serdana Başûrê Kurdistanê jî, lê heta niha jî EBdulah ji ber sedemên cur be cur li ser textê xwe ye û nikare bimeşe..

Ebdulah qala rewşa ji nûçegihanê re dike û dibêje “Berî du salan ez ji dibistanê vedigeriyam û diçûm cem hevalên xwe, sekvanekî Tirkiyê gule lê reşandin û birîndar bû.”

Ebdulah ji ber wê bûyerê heta nikare bimeşe û gelek bandorên xerab ê wê guleyê lê xuya dikin.

Ebdulah her wiha got jî “Piştî wê rewş ez çûm Başûrê Kurdistanê lê alîkarî bi min re nehat kiri û em vegeriyan Qamişlo. Niha Gurçikeke min tune ye û beşekî pişika min çûye û hestiyên paşîn (Amûd Fiqerî) şekstiye.”

Ebdulah bang li her kesî dike ku alîkariya wî bikin û dibêje “dixwazim bimeşim.”

Ji ber hêza malbta wî ya aborî tune ye, Ebdulah nikare bilive û her li ser textê xwe ye.

Dayîka wî jî behsa rewşa lawê xwe ya zehmet dike û dibêje ku “Li Başûrê Kurdistanê alîkarî bi me re nehat kirin û ev du sal in lawê min li erdê ye. Ez dixwazim Rêveberiya Xweser alîkariya me bike”

Dewleta Tirk gelek caran sivîl li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê gulebaran kiriye û di encamê li kêleka kesên jiyana xwe ji dest daye, heta niha jî gelek kes êşa wan guleyan dikişînin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, li seranserî sînor, nêzî 500 kesî ji ber guleyên Artêşa Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest daye.

https://youtu.be/vHCsxgzLAeo

Back to top button