Li Kobanê ciwanan dest bi meşa dirêj kiririn

Li Efrîn, Heleb û Reqayê jî welatiyan bi çalakiyan Komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin. Li Kobanê jî meşeke sê rojan hate destpêkirin. Di çalakiyan de peyma bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hat dayîn

Ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê li herêma Firatê jî çalakî dewam dikin.

Li Kobanê, bi pêşengtiya ciwanan meşa dirêj destpêkir.

Meş dê sê rojan dewam bike û di roja sêyem de ciwan dê ber bi bajarê Kobanê ve bimeşin û tevlî meşa giştî ya ji bo şermezarkirina Komploya 15’sêbatê bibin.

Beriya meş were destpêkirin, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî daxuyanî hate dayîn.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku ji bo azadiya Rêber ocalan ew ê têkoşîna xwe bilind bikin.

Kongra Star li Kobanê konê çalakiyê li navçeya Şêranê veda

Li Navçeya Şêranê jî, ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê, Kongra Star konê çalakiyê veda.

Çalakiya konvedanê dê 2 rojan dewam bike.

Bi sedan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl serdana konê çalakiyê kirin.

Çalakiya konvedanê bi daxyaniyke li ser navê Kongra Star hate destpêkirin.

Meclisa Jinê ya Malbatên şehîdan li Şehbayê komplo şermezar kir

Li Şehbayê jî, Meclisa jin a Malbeta Şehîdan ji bo şermearkirina Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên jin ên meclisê li Navçeya Ehrezê hate dayîn.

Rêxistina Jinên Zenûbya pêşengeheke pirtûkên Rêber Ocalan vekir

Her wiha li Reqayê jî, Rêxisitina jinên Zenûbya bi heman armancê pêşengeheke pirtûkên Rêber Ocalan li avahiya xwe vekir.

Bi dehan endamên sazî û rêxistinên bajarê Reqayê serdana pêşengehê kirin.

Back to top button