Piştgiriya bi kampanyaya “Ji Ocalan re azadî” her ku diçe berfirhtir dibe. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 128 çalakvan û kesayetên navdar bi daxuyaniyekê piştgirî dan kampanyayê.
Daxuyanî bi şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê hate destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelek azadîxwaz, siyasetmedar, aktîvîst û kesayetên Cîhanê baweriya wan ew e ku bi azadiya Rêber Apo re wê gelek pirsgirêk werin çareserkirin.
Koma çalakvanên çepgir û azadîxwezan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gotin;
Bi îmzekirina vê daxuyaniyê di gava yekemîn de siyasetên zextê ên Tirkiyê mehkûm dikin û daxwaza azadiya bê şert û merc ên tevahî girtiyên siyasî bi taybetî Abdullah Ocalan dikin.
Her wiha divê Komîsyona Mafê Mirovan a Ewropayê û NY zextên xwe li ser dewleta Tirk zêde bikin da ku yasayên Nelson Mandela bipejirîne.