KCK: Şoreşa Rojava encamê keda Rêber Apo, şehîdan û gelên herêmê ye

KCK`ê diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehêku veguherînê mezin di hemû qadan de çêkirin, wê di demeke nêz de Rojhilata Navîn jî biguherîne û demokratîk bike.

KCK’ê bang hemû pêkhateyên Rojava kir ku xeteriya li ser destkeftiyên şoreşê didome, divê li hember xeteriyê her kes xwe li gor rastiya gelê şerker rêxistin bike.

Şoreşa gelan ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî kû bi xwîna keç û xortên pêkhateyên herêmê ve pêk hat kete sala xwe ya 10’emîn.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera 10. a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de şehîdên şoreşê bibîranî, balkişand li ser keda Rêber Apo ya di şoreşê de û got:

“Bingeha Şoreşa Rojava Rêber Apo daniye, ku 20 salan li Rojhilata Navîn, Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê maye.

Ev şoreş ji hêla Rêber Apo, şehîdên me, ji hêla gelên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye afirandin.

Ev şoreşa bi paradîgma Rêber Apo ya civaka demokratîk, ekolojik, azadîxwaziya jinê ji bo Rojhilata navîn û mirovahiyê bûye hêviya jiyana nû ya azad û demokratîk.”

KCK: Mirovahî deyndarî şoreşa ku DAIŞ’ê têk birî ye

KCK’ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke şoreşa mirovahiyê pênasekir û dazanîn ku bi saya Şoreşa Rojava çeteyên DAIŞ’ê hate têkbirin.

KCK’ê got:

Şoreşa Rojava pêşengtiya têkoşîna dijî DAÎŞ’ê ya dijî mirovahiyê kiriye û bi vî rengî xizmeteke mezin daye tevahiya mirovahiyê.

Ya ku DAÎŞ sereberjêr kirî Şoreşa Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ne.
Tevahiya mirovahiyê gelek tiştan deyndarî Şoreşa Rojava ne.

Ji vî alî bê şik û guman mirovahî li vê şoreşê xwedî derktiye. Lê heq dike mirov zêdetir lê xwedî derbikeve. ”

KCK: Divê hemu qadên jiyanê li gor parastina şoreşê were rêxistin kirin

KCK’ê ji bo êrîşên dewleta Tirk û li ser Rojava û parastina nirxên şoreşê jî ev bang kir:

Hê jî, DAÎŞ û hevkarê herî mezin dewleta Tirk gef li Şoreşa Rojava û pergala demokratîk a Bakur-Rohilatê Sûriyê dixwin.

Ji vî alî ve parastina vê şoreşê peywirke bi lezgînî ye. Di serî de gelên Bakur-Rojilatê Sûriyê hemû mirovahî divê parastinê li vê şoreşê bikin.

Divê mirov zanibe pêvajoya parastina şoreşê ye, hemû qadên jiyanê divê li gorî parastina vê şoreşê rêxistiniya we werê kirin û avakirin.

Careke din ji bo ku weke dagirkeriyên ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî neyên jiyîn teqez divê mirov bigihije rastiya gelê şerker.”

KCK: Şoreşa Rojava rengê Rohilata Navîn guherand

KCK`ê bi daxuyaniyekê Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku li Rojhilata Navîn bûye model silav kir û got,”Şoreşa 19`ê Tîrmehê çawa ku veguherînê mezin di hemû qadan de çêkirin, wê di demeke nêz de Rojhilata Navîn jî biguherîne û demokratîk bike.”

Back to top button