Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hate bîranîn

Li bajarê Silêmaniyê Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bîranîn.
Di bîranînê de soza domandina xeta şehîdan hat dayîn.

Şehîd Viyan Îro li Goristana Seywan ya bajarê Silêmaniyê bi merasîmekê li ser gora xwe hat bibîranîn.

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) , Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, hevrê û gelek rêxistinê jnan beşdarî merasîmê bûn

RJAK: Çalakiya şehîd Viyan bû bersivek dîrkî ji hêzên komploger re

Endama rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan Rûnak Mecîd şehîd Viyan bibîranî û got:

“Peyama şehîd Viyan Soran ew bû ku gelê Kurd û jin bi taybet li dijî komployan dikarin her tiştî bikin.

Lewma divê her kes li dijî polîtîkayên li ser gelê kurd û destkeftiyên wan şiyar bin û li pêşiyê biseknin.”

Rûnak dest nîşan kir ku şehîd Viyan nîşanî dost û dijma da ku têkoşîn bi çi biryarê be tê kirin û wiha got:

“Em jî li vê derê soza wê yekê didin ku emê heta azadiyê şopînerên rêya heqîqetê ya Şehîd Viyan Soran û hemû hevrêyên wê yên şehîd bin.”

Şehîd Viyan Soran li Dêrik, Tirbespiyê û Til Temirê hate bibîranîn

Back to top button