Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê derbarê kêmkirina avê de bang li UNICEF’ê kir
Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê bi daxuyaniyek îro li herêma Şehbayê, diyar kir ku Rêxistina UNICEF ji yekşemê ve para koçberên Efrînê û Şehbayê ya ava vexwarinê daxiste nîvî.
Hat ragihadn ku UNICEF’ê miqdara avê ji 2 hezar û 400 metrekab daxistiye hezar metrekab.
Desteyê diyar kir ku ew ji ber biryara UNICEF`ê matmayî mane ya ku di encamê de 38 gund û 3 navçeyên ku koçberên Efrînê lê dimînin bê av man.
Desteyê bang li UNICEF kir ku careke din vê biryarê di ber çavan re derbas bike.