Efxanistan..Ji Talîbanê pêşniyara agirbestê hat kirin

Di demeke ku li Efxanistanê, şer dijwar bû ji Talîbanê banga agirbestê hat. Talîbanê pêşniyar li hikumeta Efxan kir ku di berdêla berdana 7 hezar girtiyên xwe de ji bo 3 mehan agirbestê ragihîne.

Endamê şandeya hikumetê ya danûstandinên bi Talîbanê re Nadir Nadirî diyar kir ku Talîbanê pêşniyar li wan kirine ku di berdêla berdana 7 hezar girtiyan de ji bo 3 mehan agirbestê ragihîne.

Nadirî daxuyaniyek da çapemeniyê û ev pêşniyar weke daxwazek girîng bi nav kir.

Nadirî diyar kir ku Talîbanê xwestiye ku navê rêveberên wan ji ‘lîsteya reş’ a Neteweyên Yekbûyî bê derxistin.

Back to top button