82 malbatên ji Reqayê ji Kampa Holê hatin derxistin

82 malbatên ji Reqayê îro ji Kampa Holê hatin derxistin.

Di çarçoveya biryara Rêveberiya Xweser a 10’ê cotmeha 2020’an ya derxisitna koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kampa Holê, îro beşa 16’emîn a koçberan li Kampê hate derxistin.

82 malabatên ji Reqayê ku hejmara wan 299 kes bûn di bin kontrola hêzên Ewlekariya Hundirîn de ji Kampê derketin û berê xwe dane Reqayê.

Li gorî Rêvebera li kampê Dîlber Mihemed ku çavdêriya derxisitna koçberan dike, piştî ku belgeyên koçberan têne lêkolînkirin, ji kampê têne derxistin û berê wan didin herêmên wan.

Dilber diyar kir ku niha jî kesên dixwazin ji kampê derkevin navên wan têne tomarkirin.

Hate diyarkirin ku di demeke nêz de dê beşeke nû ji koçberan werin derxistin.

Back to top button