Şandeya DAY bi Mazlûm Ebdî re civiyan

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi şandeya DYA’ê re civiya. Di civînê de têkoşîna li dijî terorê û girîngiya ewlehiya li herêmê hat nîqaş kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk-QSD’ê ragihand ku Şandeyek bi pêşengiya cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich bi Fermandarê Giştî ê QSD’ê Mezlûm Ebdî re civiyan.

Di civînê de her du aliyan behsa geşedanên dawî ên têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, ewlehiya li herêmê û rêbazên xurtkirina hevkariyê nîqaş kirin.

Şandeya DYA’yê xebat û fedekariyên QSD’ê silav kir ku dawî li plana çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî girtîgeha Sînaa a li bajarê Hesekê anî û plana wê têk bir.

Şandeyê destnîşan kir ku ewê hevkariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk dewam bikin.

Her wiha şandeya DYA’yê diyar kir ku divê diyalogên di navbera aliyên kurd ên li Sûriyê were berdewamkirin.

Back to top button