”EGER AKP’Ê ENCAMÊN HILBIJARTINÊ NASNEKE WÊ TÊKILIYA BI YE RE NE BAŞ BE”

Li tirkiyê hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê pêk hat. Hilbijartin pêk hat lê encam hîna jî diyar ne bûye.
Nediyarbûna encam hilbijartinê tevî partiyên muxalîf yên li tirkiyê di rojava parlementoya Ewropayê de ye.
Partiya Sosyalîst û Parlementerên Swêd, bi daxuyaniyên cuda Serokê AKP’ê Erdogan weke berpirsê sereke yê rewşa li herêmê nîşan dan.

Yek ji mezintirîn koma Parlamentoya Ewropayê, Koma Sosyalîste.

Koma Sosyalîst jî têkildarî encamên hilbijartina herêmî û destwerdanên kêfî yên AKP’ê daxuyanî da.

Li ser navê komê Katî Pîrî daxuyanî da û got:

Ne tenê li Stenbolê AKP’ê zextê li ser namzetyên CHP’ê dike.

Her wiha şaredarên HDP’ê yên ku hatine hilbijartin, mazbatayên wan nadin wan û şaredariyê didine namzetekî dî yê ku di hilbijartinê de bûye duyemîn.

Çawa dibe ku Desteya Hilbijartina Bilind hem namzetiya van kesan qebûl dike û hem jî piştî ku têne hilbijartin dikare mazbatê bide partiyekî din.

Ev ji demokrasiyê û hurmeta li encamên hilbijartinê pir dûr e.

Eger li Tirkiyê rewş wiha bidome wê têkiliya di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê ne baş bibe.

HEYA PKK’Ê LI LÎSTEYA TRORÊ DERNEKEVE, EM JI NASKIRINA HIQÛQÊ DÛR IN

Her wiha Parlementera Ewropî Bodîl Valero ya ku li ser navê Koma Keskan ji Tirkiye û Kurdistanê berpirsyar e, ji ajansa Fratê re axivî û got:

“Têkçûna Erdogan a di hilbijartina herêmî de erênî ye û hêdî her kes fêm dike ku sedema hemû pirsgirêkan Erdogan e.

Parlementer Bodîl Valero her wiha diyar ku astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re li dijî hemû zagonan e û ev tişt anî ziman;

“Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin divê biryara dadgeha Belçîkayê bînin rojevê.

Ger me zagonên xwe pêk bianiya, me PKK’ê ji rêxistina terorê rakira.

Heke em nikaribin vî tiştî bikin, em ê nikaribin bibêjin ku em dewleta hiqûqê ne.”

Leave a Reply

Back to top button