MECLISA DEMKÎ YA SÛDANÊ: EM Ê DESTHILATÊ RADESTÎ GEL BIKIN

Li Sûdanê rewş girantir dibe, piştî avêtina El- Beşîr, Ibn Of rayederekî din jî xwe dide alî.
Dîsan jî, ne gel ne jî muxalefet êdî radiwestin.

Piştî rakirina Omer el-Beşîr, duh Ewed Ibn Of cihê xwe di meclisa demkî de girt.

Lê ji ber redkirina gel di nava rojekê de Ibn Of dest ji meclisê berda.

Yekser piştî Ibn Of rayedarekî artêşê yê bi navê Ebdul Fetah Burhan şûna wî girt.

Ebdul Fetah diyar kir ku ew ê bi muxalefetê re rûnê û got:

Meclis wê desthilatê radestî gel bike.

Hemû girtiyên xwepêşandanan wê serbest werin berdan.

Her wiha qedexekirina derve wê were rakirin.

RÊVEBERÊ ISTXBARATÊ SELAH QOŞ XWE ISTÎFA KIR

Li gel van bûyerên germ, îro birêveberê ajansa îstxibaratê Selah Qoş istfa kir û Burahn li ser vê yekê îmze kir.

Gel jî xwepêşandanên xwe ranewestandin.

MUXALEFET BI 3 MERCAN WÊ XWEPÊŞANDANÊN XWE RAWESTÎNIN

Kombûyîna pîşesazên Sûdanî ragihand ku heya hemû kesayetên rejîmê neyên guhertin em dest ji xwepêşandanên xwe bernadin.

Her wiha muxalefetê jî got, ew ê bi 3 mercan ji devê deriyê Fermandariya Giştî biçin.

Ev merc jî wiha ne:

Divê hikumet veguhere hikumeteke sivîl di rêya Mecilsa Birêveberiyê Hêza Azadî û Veguhertinê re.

Çi biryarên ku ne ji vê meclisê werin danîn, divê werin betalkirin.

Divê hemû kesayetên rejîmê yên tawanbarkirî girtî bimînin heta li dadgehan werin darizandin.

Roja Pêncşem û Înê 16 Sûdanî bi guleyên seyb di dema xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da.

Leave a Reply

Back to top button