DEM Partiyê lîsteya giştî ya namzetên xwe yên ji bo hilbijartinan eşkere kir.
31’ê Adarê, namzet ji bo bidesxistina şaredariyan, wê bikevin pêşbirka hilbijartina xwecihî.
Lewra ji bo serkeftinê, Dem Partî bajar bi bajar, gund bi gund hevdîtinên xwe ên bi gel re didomîne.
Di vê çarçoveyê de, îro li bajarokê Xoşkar ê Çewlîgê hevdîtina Dem partî Partî a bi gel re hebû.
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan DEM Partî, lîsteya namzetên xwe yên bajarên bakurê Kurdistanê eşkere kir.
31’ê Adarê namzet wê ji bo bidesxistina şaredariyan bikevin pêşbirka hilbijartina xwecihî.
Li gorî lîsteya Dem Partî;
Ji bo şaredariya bajarê mezin yê Amedê, Ayşe Serra Bucak Kuçuk-Dogan Hatu
Yê Riha yê, Celalettîn Erkmen-Gulşen Ozer
Yê Wanê Abdullah Zeydan- Neslîhan Şedal
Yê Mêrdînê jî Ahmet Turk-Devrîm Demîr wek namzet hatin destnîşankirin.
Ji bo şaredariya bajarê mezin yê Tirkiyê Stenbolê jî wê Meral Daniş Beştaş Û Mûrat Çepnî namzetiya Dem Partî bikin.
Hevdîtina Çewlîgê: Her dem berxwedan, her dem azadî!
Lewra ji bo serkeftinê, Dem Partî bajar bi bajar, gund bi gund hevdîtinan bi gel lidardixîne.
Gel jî, bi pêşwazîkirina girseyî peyamên şandina qeyûman û careke din bidestxistina vîna xwe nîşan didin.
Di vê çarçoveyê de, îro li bajarokê Xoşkar û navçeya Kanîreş yê Çewlîgê hevdîtina Dem Partî a bi gel re hebû.
Li her du deveran jî Hevserokê giştî Tûncer Bakirhan û namzetên şarederiyan ji aliyê girseyê ve bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin.
Ji detayên cuda 10 sanî biherikîne
Tûncer Bakirhan ku li wir xitabî gel kir, banga xurtkirina piştgiriyê kir û got:
“Em li bendê ne ku di 31’ê Adarê de, hûn dengê xwe bidin xwe.
31’ê Adarê roja hesabpirsîna ji wan hêzan e ku zimanê we qedexe kiriye, xwezaya we talan kiriye.”
Piştî axaftinê, Hevserokê giştî Tuncer Bakirhan serdana dikandarên bajarokê kir.