Brett Mcgurk li gel Nêçîrvan Barzanî û Bafel Talabanî civiya

Berî du rojan Brett McGurk nûnerê Amerîka bo Rojhilata Navîn û Afrîqayê, gihişt Bexdayê. Duh McGurk li Hewlêrê bû û li gel Nêçîrvan Barzanî û Bafel Talabanî civiya. 

Piştî hevdîtinên Brett McGurk ên li Bexdayê, duh serdana Başûrê Kurdistanê kir.

McGurk li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hevserokê YNK’ê Bafel Talebanî civiya.

Têkildarî civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanîyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin “Di civînê de behsa hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê û encamên wê hat kirin. Her wiha Ji bo pêvajoya siyasî ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê nîqaş hat kirin.”

12’ê mehê Brett McGurk, gihişt Bexdayê û li wir bi Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civiyabû.

Back to top button