DPA: 100 kesên rûgirtî êrişî mizgefteke li bajarê Leyipzig ê Almanya kirin

100 kesên rûgirtî şevê din, êrişî mizgefteke li bajarê Leyipzig ê Almanya kirin. Li gorî polîsa vî bajarî 11 kes ji wan hatine girtin.

Ajansa Nûçeyan a Almanî DPA ragihand “Şevê din dereng, li bajarê Laybzîx ê li herêma Volkmarsen a Almanya li ser mizgeftekê êrişek pêk hat.”

Di êrişê de camên mizgeftê hatin şikandin û agir bi qotîkên çopê hat xistin.

Li gorî lêpirsên destpêkê jî, ev êriş ji aliyê 100 kesên rûgirtî ve pêk hatiye.

Polîsa wî bajarî jî texmîn dike ku komeke Çepgir ev êriş kiribe.

Hat ragihandin ku 11 kes ji wan hatine girtin.

Back to top button