Li Minbicê yekem car Dadgeha Gel bi navê “Platform” biryara kuştina bi qest dide

Li bajarê Minbicê cara yekê ye Dadgeha Gel a “Platformê” cezayê muebed li 3 kesên ku welatiyek ji bajêr Minbicê revnadibûn û kuştibûn birî.

30’ê Cotmeha sala 2023’an, welatiyek ji Bajarê Minbicê hat revandin û kuştî hat dîtin.

Piştî gelek lêkolînên Asayîşê kesên ku ew sûc kiribûn girtin.

Li gorî îfadeyên wan ên destpêkê sûcdarên bi navên Qusey Şerîf Mistefa, Luey Mehmûd El-Xelef û Elî Hesîb El-Dewrîş li xwe mikur hatin ku wan ji bo wergirtina pereyan welatiyê Minbicê yê bi navaê Hikmet Elî El-Nasî revandibûn û ew kuştî avêtin gundê Xerîce yê Minbicê.

Ew sûcdar bo dozgeriya giştî hatin veguhestin û dozgeriyê jî bo wergirtina cezayê wan sewqî dadgehê kirin.

Rûniştina platformê li avahiya Meclisa Dada Civakî ya bajarê Minbicê bi beşdariya desteya platformê ku ji 33 endamên saziyên civaka sivîl ên ji sendîka û komên jinan ên wekî Meclîsa Jinan a Zenobiya pêk tê, hat lidarxistin.

Rûniştina platformê ji aliyê 3 dadweran ve, Serdozgeriya Minbicê û 3 dadwerên bajêr, sûcdar jî bi parêzerê xwe ve hatin temsilkirin.

Sûcdaran li pêşberî Rêveberiya Platformê li xwe mikur hatin ku piştî revandinê û bo ji malbata Hîkmet Elî El-Nasî pereyan bigirin, sûcê kuştina bi qest kirine.

Komîsyona Platformê piştî guhdarkirina îfadeyan, cezayê ku divê ji bo kujeran bê dayin niqaş kirin.

Di dawiya rûniştina platformê de, li ser pêşniyaran deng hat dayîn.

Piraniya dengan ji bo cezayê muebbetê yê giran li sucdaran hat dayîn û cezayê ji aliyê endamên komîteya platformê û buroya wê ve hat îmzekirin.

Back to top button