Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd da xuyakirin ku PDK’ê tenê beşekî dezgehên şerê taybet e û alîkarî û sîxuriyê ji dijminê gelê Kurd re dike.
Niyaz Hemîd da xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze bi alîkariya PDK’ê êrîşî Şengalê bikin û senaryoya 2014’an dubare bikin.
Hemîd da zanîn ku piştî civîna Emmanuel Macron a li gel Mistefa Kazimî û Nêçîrvan Barzanî, Erdogan şand dû Barzanî û destnîşan kir ku Nêçîrvan Barzanî tenê li hêviya dayîna ferman û perspektîfên Erdogan e.
Pisporê siyasetê yê Rojhilata Navîn Niyaz Hamîd bang li hikûmeta Iraqê kir ku li dijî dewleta Tirk raweste.