Têkildarî agirbesta Idlibê, Putin û Erdogan pev re axivîn

Ji bo Agirbesta li Idlibê, Serokê Rûsyayê Viladîmir Putin bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê re axivî.

Aliyan, ji ber bê dengiya li Idlibê dilrehetiya xwe anîn zimên.

Li aliyekî din bêyî ku şerek rû bide, rejîma Sûrî li başûrê Idlibê bi pêş ket û 2 herêm din bi dest xistin.

 

Dewleta Tirk dîsa gefa êrîşê li Rejîmê xwar

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê di roja xwe ya 7’an de ye.

Tevî agirbestê, gefên dewleta Tirk li dijî rejîma Sûrî ranewestiyan û herî dawî wezîrê parastina Tirkiyê gefên xwe nû kirin.

Akar: Eger agirbest hat binpêkirin, em ê êrîşên xwe dewam bikin

Hulusî Akar idîa kir ku eger agirbest hat binpêkirin, ew ê êrîşên xwe dewam bikin.

Duh jî serokkomarê Tirkiyê Erdogan heman gef xwaribû ku eger agirbest were binpêkirin, dê li Idlibê bersivên pir tund bidin.

Kremlin: Putin û Erdogan dilrehetiya xwe anîn zimên

Di heman çarçoveyê de têkildarî agirbestê, serokê Rûsyayê Viladîmir Putin bi hempîşeyê xwe Tirkiyê re peywendiyek telefonî pêk anî.

Kremlin ragihand ku aliyên navborî ji ber bêdengiya li Idlibê dilrehetiya xwe anîn zimên.

Lê li ser erdê berevajî daxuyaniya Kremlin, rejîm pêşdeçûna xwe dewam dike.

Rejîmê careke din 2 herêmên ku xwe ji wan vekişandibûn, bi dest xistin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku bêyî ti şer derkeve, rejîma Sûrî careke din herêmên Mearet Mûxis û Birêc li dedora Kefer Nubila Idlibê bi dest xistin.

7 Adarê jî rejîm herêmên navborî bi dest xistibûn, lê dîsan ji wan vekişiyabû.

Çavdêriya Sûrî: Cendirmeyên dewleta Tirk sivîlek li ser sînor kuşt

Li aliyekî din binpêkirinên cendirmeyên dewleta Tirk li ser sînorê dewam in.

Ciwanekî din ê ji gundê Moqa yê Idlibê, bi guleyên cendirmeyên dewleta Tirk li ber sînor hat kuştin.

Back to top button