Senatorên Emerîkî li dijî serdana Erdogan in

Senatorên Emerîkî, naxwazin Erdogan serdana welatê wan bike.
Senatorê Demokrat Chrîs Van Hollen diyar kir ku divê Trump hevdîtina bi Erdogan re qebûl neke.

Erdogan ku xwe amade dike di 13’ê Mijdarê de li Emerîkayê bi Trump re rûne, rastî nerazîbûnan tê.

Senatorê Demokrat Chrîs Van Hollen vexwendina Trump a Erdogan weke karekî “gelekî xirab” bi nav kir û weha got:

Piştî ku Tirkiye êrîş bir ser hevkarên me yên Kurd û têkoşîna me ya bi DAIŞ’ê re asteng kir, bi serdana wî ya Qesra Spî xelatê didin Erdogan û ev peyameke gelekî xirab dide.

Ez ji vê bawer im, eger îro li senatoya Emerîkayê serdana Erdogan biketa dengdanê ji sedî sed wê hatiba redkirin.

Van Hollen diyar kir ku endamtiya Tirkiye ya NATO’yê dibe ku li gorî berjewendiyên Emerîkayê be, lê nabe ku em ji bo êrîşî Kurdan bike destûrê bidine û xwest divê NATO jî li dijî vê helwestê nîşan bide.

VAN HOLLEN: NABE KU EM DESTÛRA ÊRÎŞAN BIDIN TIRKIYE

Senatorê Emerîkî diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk ya li dijî Kurdan zirarê dide baweriya ji Emerîkayê re jî û ev tişt anî ziman:

Ev pêvajo bi temamî karesatek e û paşê em ê nikaribin pêşî li van bigirin.

Chris Van Hollen ev pirs kir:

“Ma hunê destûrê bidin Tirkiye ku li gorî daxwaza xwe tevbigere?

Gelek welatên cîhanê çima dixwazin bi telefonê bi Trump re biaxivin?

Ji ber Erdogan dema ku bi Trump re bi telefonê axivî, ji bo êrîşî hevkarên me yên Kurd bike ev yek weke destûr bikaranî.

Belkî ev hevdîtin çênebûba, encamên niha derneketibana holê.”

Van Hollen her weha anî ziman ku eger îro pêşnûmeya cezakirina Tirkiye li senatoyê bikeve dengdanê wê bi piraniya dengan were qebûlkirin.

Leave a Reply

Back to top button