Serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 4 meh li pey xwe hişt

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li dijî deshilatê despêkirî 4 meh li pey xwe hişt.
Di demekê ku li Ciwanro nasnameya 50 kesên hatîn girtin eşkerebûyî de, heta niha bêtirî 512 kes xwepêşandêr hatine kuştin.
Li derveyî welat jî hêrsa lidijî deshilata Tehranê didome.

Xwepêşandan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 4 meh li pey xwe hiştin.

Xwepêşandanên ku dikeve meha 5’an tevî kuştin, gulebaranên raste rast, cezayên bi darvekirinê, girtin û êşkenceyan bê navber dewam e.

Li Tehranê çalakiyên bo piştevaniya serhildan ê

Şevê din li 8 navçeyên bajarê Tehranê welatiyan li ser balkon û serbanên avahiyan dirûşmeyên li dijî desthilatî û rewşa xirab a jiyanê berzkirin.

Hate gotin, heta digihijin armanca xwe wê çalakiyên wan bidomînin.

Heman demê de xwendekarên zanîngehê bi çalakî û bi gotina dirûşmeyan hêrsa xwe ya li dijî desthilatiya Komara Îslamî nîşandan.

Her wiha li bajarên weke Zencan û Mahşehîr karkeran grev kirin û li dijî şert û mercên karkirinê û pêkneanîna daxwazên wan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî hewlên hêzên dewleta Îranê yên ji bo girtina çalakvan û xwepêşanderan didome.

Nasnameya 50 kesên li Ciwanro hatîn girtin eşkere bûn

Doh nasnameya 50 kesên ku di nava hefteyên borî de li Ciwanro hatîn girtin, hat belavkirin.

Heman demê de li bajarên Sine, Seqîz, Dêwlan, Bokan û gelek bajarên din pêngavên dewletê yên ji bo girtina çalakvanan dewam e.

Li gel girtin û binçavkirina welatî û çalakvanan, sepandina cezayên hîn girantir li ser çalakvan û xwepêşanderan her ku diçe zêdetir dibe.

Duh jî nav û cezayê komek din xwepêşanderan hat ragihandin.

Heta niha bêtirî 512 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanan de heta niha herî kêm 512 kes hatine hatine kuştin.

Ji van bêtirî 120 Kurdin.

Her wiha zêdetirî 19 hezar kesan jî hatine girtin.

Ji vê hêjmarî herî kêm li 112 kesan cezayê bi darvekirinê lê hatine birîn ku heta niha 4 xwepêşander hatine bi darvekirin.

Li Ewropa çalakiyên piştevaniya bo xwepêşandanên li Îranê

Ji bo piştevaniya xwepêşandanan li Fransa jî çalakî hebûn.

Her wiha bang li welatên Ewrupayê hat kirin ku ji ber kiriyarên wan yên li dijî xwepêşandêran Artêşa Pasdarên Îranê bê xistina ‘lîsteya terorîstan’.

Back to top button