Cotkarên navçeya Til Birakê amadekariyên danîna şitilgehan dikin

Cotkarên navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişlo, amadekariyên danîna şitlgehên demsala havînê dikin.

Li gorî çotkarên navçeya Til Birakê, heta niha qeşa çênebûye, ev jî wê pileya germahiyê bilind bike û zererê bigihîne tovên hatine çandin.

Cotkar dibêjin, par ev porje bi ser neket, ji ber heman sedemê û tovên wan şewitîn.

Çotkarên navçeya Til Birakê destnîşan kir ku ji ber buhabûna tovan, lêçûneke mezin derdikeve holê, ji ber vê jî komîteyên çandiniyê hewl didin nirxên tovan û dermanên parastina çandiniyê kontrol bikin.

Leave a Reply

Back to top button