Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi destûr û agahiya hêzên navdewletî çeteyên Ezaz, Idlib û Serêkaniyê dibe Lîbyayê. Ew bertekên ku derdikevin ji bo xapandina raya gîşti ye. Her wiha Cemîl Bayik derbarê civîna Berlînê jî destnîşan kir ku ji ber hebûna dewleta Tirk a li Lîbyayê wê ev civîn encam negire.
Cemîl Bayîk axaftina xwe da xuyakirin ku ji ber ku Lîbya cihekî petrol û gazê ye, di navbera Efrîka û Rojhilata Navîn de wekî pirekê ye. Di Behra Spî de jî cihekî xwe yê taybet heye. Ji ber van sedeman li ser Lîbyayê şer û nakokî hene.
Bayik da zanîn ku bi destûra hêzên navdewletî dewleta Tirk çeteyên li Ezaz, Idlib û Serêkaniyê dibe Lîbyayê. Ew bertekên ku derdikevin ji bo xapandina raya gîştiye. Ger ku hêzên navdewletî bixwazin dikarin pêşiya dewleta Tirk bigrin da ku çeteyan neşîne Lîbyayê.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik:
Ji ber hebûna dewleta Tirk a Libyayê civîna berlînê wê encam negre
Cemîl Bayik di nirxandinên xwe de balkişan li ser civîna Berlînê û diyarkir ku dê ev biryarên ku di cîvînê de hatine girtin li ser erdê pêkneyê û ev civîn dê encam negre. Ji ber ku dewleta Tirk wek Sûriyê dixwaze Lîbyayê jî xirabike û li wir jî dagirkeriya xwe mayînde bike.
Bayîk diyarkir ku Siyaseta dewşeta Tirk a li Lîbyayê siyaseta dagirkeriyê ye û dewleta Tirk dixwaze hegemonya xwe ya Rojhilata Navîn bi xeta îxwanî ve xurtir bike û bi vê dagirkeriyê ve Îxwanên li Lîbyayê biparêze.
Cemîl bayik balkişand li ser helwestê dewletê Ereban û got:
“Ji ber ku Lîbya dewleteke Ereb e heqê dewletên Ereban heye ku li dijî mudaxeleya Tirkiye û welatên din helwesta xwe diyar bikin..Niha Misir û dewletên din bertek nîşan didin lê divê bertek û têkoşîna xwe hîn xûrtir bikin.”