Dadgehkirina Trump xebatên dadgehkirinê di roja 2. de berdewam dikin

Senatoya Amerîkî xebatên dadgehkirina Trump di roja duyemîn de berdewam dike.

Senatoyê duh yekem rûniştinên dadgehkirina serokê Amerîkayê Trump dest pê kir.

Endamên Senatoyê 3 roj ji bo “pêşkêşkirina tawanbariyan” û 3 roj ji bo “bihaneyên parastinê” veqetandin.

Tê zanîn, Trump ji bo keysbazkirina siyaseta Amerîka û astengkirina karê Kongressê hatiye tawanbarkirin.

Berî lidarxistina yekem civînên darizandina wê bi çend saetan, Trump ev yek bi “dadgehkirina sexte” bi nav kir.

Ji aliyê xwe ve jî, senatorê Amerîkî Lindsey Graham “hewldana bidûrxistina Trump” bi armancên siyasî yên hinek aliyan ve girêda.

Îro vê sibê jî, Senatoya Amerîkî ragihand ku ew ê şehadeta şahidan heya nîvê dadgehê taloq bikin.

Leave a Reply

Back to top button