Xerîb Hiso: Divê NATO helwesta xwe ya li dijî sûcên Tirkiyê zelal bike

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê Xerîb Hiso ji NATO’yê daxwaz kir ku helwesta xwe ya li hemberî komkujî û sûcên dewleta Tirk yê ku endamê wê ye, zelal bike.

Xerîb Hiso diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Mexmûrê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ne nû ye.

Hiso destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji van êrîşan qirkirina kurdane û got:

“Tirkiye bi van êrîşan, dixwaze DAIŞ’ê li herêmê vejîne, têkiliyên Kurd, peywendiya ku gel û hikumetên herêmê li ser dixebitin asteng bike. Tirkiye bi van rê û rêbazan derbê li ewlehî û aramiya dewletên cîran dide.”

Hiso bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê û Iraqê rexne kir û bang li wan kir ku helwesta xwe ya li dijî êrîşan, nîşan bidin.

Hevserokê TEV-DEM’ê herî dawî bang li Kurd û Ereban kir ku li dijî êrîş û hovîtiya dewleta Tirk hevgirtina xwe xurt bikin.

Back to top button