YNK: Tirkiye dixwaze li Başûr serweriya xwe ava bike

Koma Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya parlemena Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta Tirk û rejîma Îranê ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Koma YNK’ê bang li Iraq û civaka navneteweyî kir ku li dijî van êrîşan rawestin û sivîlan biparêzin. Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî ji parlamenê xwest ku têkildarî êrîşên Tirkiyê civîneke lezgîn li dar bixe.

Der barê êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê de, Koma YNK’ê daxuyaniyek da..

YNK’ê diyar kir ku “dewleta Tirk hewl dide bi van êrîşan tirsê di nav civaka Başûr de çêke, welatî dev ji cih û warên xwe berdin û serweriya xwe lê bi cih bike”.

YNK: Êrîşên Tirkiye û Îranê binpêkirina serweriya Iraqê ye

Koma YNK’ê her wiha êrîşên Îranê yên li dijî gundên Hacî Omeran şermezar kirin û got:

“Êrîşên dewleta Tirk û Îranê, destdirêjiyeke eşkere ye li dijî serweriya Iraqê.”

Koma YNK’ê di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraq û hêzên navneteweyî kir û got:

“Divê hikûmeta Iraqê, parastina serweriya xaka xwe bike û welatiyan biparêze. Divê civaka navneteweyî destwerdanê li rewşê bike û hebûna leşkeri ya Tirk bi dawî bike.”

Rêzan Şêx Dilêr: Bêdengî û helwesta Iraq û Başûr, cihê şermê ye

Li aliyê din, parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî da xuyakirin ku bêdengî û helwesta Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li hember êrîşên dewleta Tirk, cihê şermê ye.

Rêzan Şêx Dilêr: Divê Kazimî li dijî êrîşên Tirkiyê, helwesta xwe zelal bike

Rêzan Şêx Dilêr ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xwest ku bi lez li hember binpêkirinên Tirkiyê, helwesta xwe eşkere bike û banga civîneke lezgîn li serokatiya parlamenê kir.

Dewleta Tirk a dagirker, şeva 15’ê Hezîranê êrîşeke mezin li dijî Başûrê Kurdistanê dabû despêkirin. Balafirên şer ên dewleta Tirk, wargeha Penaberan Mexmûr, Şengal, Zap, Avaşîn, Xakurk û Qendîl bombebaran kiribûn.

Back to top button