Leşkerên Tirk ên li ser sînor zarokekî Idlibî kuşt

Duh li Rojavayê Idlibê, zarokek û diya xwe ji aliyê leşkerên Tirk ên li ser sînor hatin gulebarankirin. Di encamê de, zarokê jiyana xwe ji dest da û diya wî jî birîndar bû.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, ev herdu kes ji şêniyên bajarê Mere El-Nûman ê Idilibê bûn, dema xwestin derbasî Tirkiyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarankirin.

Di encamê de, zarokê bi navê Hemam jiyana xwe ji dest da û dayîka wî jî bi giranî birîndar bû.

Navendê her wiha teqez kir ku “di çend mehên borî de, 2 kesên din jî bi destê leşkerên Tirk li ser sînor hatibûn kuştin û 18 jî birîndar bûbûn”.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, heta niha 463 kes di nav de 86 zarok û 95 jin hatine kuştin û 489 kes jî birîndar bûne.

Back to top button