Enwer El-Mişrif: Armanca Tirkiyê a pevguhertina lîreyê Sûrî bi yê Tirkî, parçekirina Sûriyê ye

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer El- Mişrif diyar kir ku dewleta tirk li heremên dagirkirî, bikaranîna pereyên Tirk armanc dike ku polîtîkaya xwe ya perçekirina Sûrî bibe serî. Enwer El- Mişrif bêdengiya rejîma Sûrî û civaka navnetewî ya li hember siyaseta dewleta Tirk şermezar kir û bang li aliyan kir ku li dijî siyaseta dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Mişrif der barê armanca Tirkiyê û siyaseta wî ya li Sûrîyê de, ji ANHA’yê re axivî.

Enwer El-Mişrif da zanîn ku dewleta Tirk bi koçberkirin û şewitandina malên sivîlan, binavkirina hinek herêm û kolanên bi navên tirkî, şewitandina zeviyên çandiniyê û bikaranîna pareyên Tirkî li heremên dagirkirî, armanc dike ku axa Sûriyê parçe bike..

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser got:

“Erka civaka navneteweyî ew e ku tedbîrên lezgîn bigire û sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî, rawestîne û nehêle ku Sûrî parçe bibe.”

Enwer El-Mişrif bêdengiya rejîma Sûriyê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Em li bêdengiya rejîma Sûrî matmayî dimînin. Tu daxuyanî yan jî şermezarkirin ji aliyê wê ve nehatiye dayîn û kirin. Gelo rejîm ji kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê razî ye?”

 Enwer El-Mişrif: Tenê rêya çareseriyê diyalogên Sûrî – Sûrî ye

Enwer El-Mişrif diyar kir ku bêdengiya rejîmê, tê wateya ku guh nade xaka Sûriyê, guh nade xwestekên gel û tenê dixwaze ku parastina desthilatiya xwe bike.

Di dawiyê de Şêwermendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Mişrif da zanîn ku çareseriya tekane ya derketina ji aloziya aborî û siyasî, diyalogên Sûrî – Sûrî ye ku Rêveberiya Xweser û MSD’ê jî banga wê dikin.

Back to top button