Îro li Silêmaniyê, li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê meşeke girseyî tê lidarxistin.
Şêniyên Silêmaniyê li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, wê îro piştî nîvro saet 17.00’an meşeke girseyî li dar bixin.
Komîteya Amadekar bang li rewşenbîr, mamosta, çavdêrên siyasî, nûnerên partî û aliyên siyasî kir ku beşdarî çalakiyê bibin û dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin.