Li Iraqê 2 mûşekên Katyuşa balyozxaneya Amerîkî kirin armanc

Dîsa û weke gelek caran, balyozxaneya Amerîkî ya li Iraqê bi mûşekan hat armanckirin.

Li gorî dezgehên ragihandinê, îro vê sibehê 4 mûşekên Katyuşa li nêzî balzyozxaneya Amerîkî ya Herêma Kesk li Bexdayê ketin.

Piştî êrîşa bi mûşek, balafir li ser asmanê Herêma Kesk geriyan.

Berî çend rojan jî, 3 mûşek li nêzî balafirgeha Bexdayê ketibûn û navendeke hêzên Amerîkî kiribûn armanc..

Ev serê çend mehan e, bargehên leşkerî yên Iraqî ku leşkerên Amerîkî tê de ne, rastî êrîşên bi mûşek tên.

Ev êrîş jî piştî kuştina fermandarê Îranî Qasim Suleymanî li ser destê Amerîkayê zêde bûne..

Back to top button