Li Misirê du tren lihev qelibîn: 23 Kes mirin

Li parêzgeha Qilîwbiye ya Misrê du tren lihev qelibîn, di encama qezayê de 23 kes mirin. 

Li gorî medya Misrê, duh bi şev li parêzgeha Qilîwbiye ya Misrê du tren lihev qelibîn.

Di encama qezayê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hat gotin piştî qezayê tîmên tendirustî û ewlehiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin newxweşxaneyê.

Û derbarê qezayê de dest bi lêkolînê hatiye kirin.

Back to top button