Şengal-Ji bo 8’ê Adarê semînerek hat dayîn

Li Şengalê bi boneya 8’ê Adarê semînerek hat dayîn û serdana goristana şehîdan hat kirin.

Ji bo 8’ê Adarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li komelgeha Duhla ya Şengalê semînerek da.

Destpêka semînerê 8’ê Adarê li hemû jinên Êzidî û jinên cîhanê hat pîrozkirin û wiha hat gotin:

”Ev roj bi keda jinên dijî aqilê dewlet û mêr têkoşiyan hatiye bidestxistin.

Ji ber wê jî ev roj ji bo jinan taybete û roja yekîtiya têkoşîna jinên cîhanê ye.

Şengal – Jinan serdana Goristana Şehîdan kirin

Piştî semînerê jinan berê xwe dan Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan.

Li goristanê jin li ser gorên şehîdan geriyan û destegul danîn ser goran.

Li ser goristanê jî daxuyaniyek hat dayîn û têde têkoşîna gerîlayên jin li çiya hat pîrozkirin.

Back to top button