Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 jin ji gundê Hêkiçê revandin

Li Efrîna dagirkirî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 jin ji gundê Hêkiçê yê Şiyê revandin. Li gundê Emara jî çeteyan zarokek revand. Her wiha piştî revandina şêniyê bi navê Elî Bekir Adil, heya niha çarenûsa wî nediyar e.

Kirinên dermirovî yên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî didomin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 jin ji gundê Hêkiçê yê Şiyê revandin.

Rêxistinê da zanîn jî ku her sê jin, hevjînên kurên pîrejina bi navê Fatmê Kinê ne.

Beriya vê bi çend rojan jî ji bo li ser doza kuştina Fatmê were girtin, çeteyan her sê kurên wê revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.

18’ê Nîsanê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker jina temenmezin Fatmê Kinê bi hovîtî kuşt.

Çeteyan zarokek keç ji gundê Emara revand

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî eşker kir ku çeteyên dewleta Tirk zarokek keç ji gundê Emara yê Mabatayê revand.

Çarenûsa Elî Bekir ê 50 salî nediyar e

Li Efrîna dagirkirî, çarenûsa bi hezaran kesên revandî heya niha nayê zanîn.

Malpera Afrîn Post, da zanîn ku ji 3’ê Tîrmehê ve şêniyê bi navê Elî Bekir Adil ê 50 salî ji gundê Me’imila yê Recoyê hatiye revandin û heta niha çarenûsa wî nediyar e.

Li Mabata, çete kampekê ji malbatên xwe re ava dikin

Li aliyekî din, di çaroveya guhertina demografya herêmê çete û qaşo meclisa herêmî li gundê Rûta yê Mabateyê kampekê ji malbatên xwe re ava dikin.

Çalakvanên Efrînê diyar kir ku kamp li qada berê ya pîrozbahiya Newrozê tê avakirin.

Back to top button