Ferzend Muznur: Projeya Neteweya Demokratîk ji bo hemû gelan bûye hêvî

Berdevkê Însiyatîfa Azadî Ji Rêber Apo re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr ku beşdarî konferansê bû.
Ferzende Mûnzûr ku tevlî konferansa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî û Aramî ji Cîhanê re’ bû û got:
“Mîna Mandela, Abdullah Ocalan jî weke rêberekî dibînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan hewldanên hiqûqî û siyasî wê zêde bibin.”

Bi pêşengiya Koma Xebatê ya Mafê Mirovan a Kurd û Însiyatîfa Azadiya Ji Rêber Apo re ya Sûriyeyê, di 28’ê Sibatê û 1’ê Adarê de li bajarê Efrîkaya Başûr konferansa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji cîhanê re aştî û îstiqrar” hatibû lidarxistin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û PYD, Kongra Star beşdarî konferansê bûn.

Berdevkê Însiyatîfa Azadî Ji Rêber Apo re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr ku beşdarî konferansê bû, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Ferzende Mûnzûr da zanîn ku konferansa li Cape Townê di encama xebateke hevpar de hat lidarxistin û got,

“Bi qasî 3 mehan amadekariya vê konferansaê hatibû kirin. Em wek heyet çûn Efrîkaya Başûr.

Li Efrîkaya Başûr em bi dilgermî pêşwazî kirin. Di konferansê de nîqaşên gelek hêja û girîng jî hatin kirin. Parêznameyên Rêbertiyê di navenda nîqaşan de bû.”

Ferzende diyar kir ku Projeya Neteweya Demokratîk û ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, aboriya komunal, ji bo hemû netewan bûye hêvî

Ferzende Mûnzûr bal kişand ser pêkhateya konferansê û got, “Nirxandinên derbarê doza Kurd û Rêbertî de erênî bûn û got:

“Gelên Afrîkaya Başûr Rêber Apo weke mandela rêberê xwe dibînin”

“Ji Rêber Apo re ji feylesof û rêberekî Kurdistanî wêdetir, wekî Rêbertiyeke dinyayê hate gotin. Wekî Mandela Abdullah Ocalan jî rêberekî xwe dibînin.

Hate gotin ku divê fikir û felsefeya Rêber Apo baştir were zanîn, her tim were xwendin û pirtûkên wî bên belavkirin û hate gotin ku wê li dibistan û zanîngehên Efrîkaya Başûr pirtûkên Rêber Apo derxînin pêş.”

Back to top button