DYA ji şoka êrişên biçek dernakeve.
Li dijî nexweşxaneyekê li bajarê Tulsa yê DYA yê êrişek çekdarî pêk hat.
Di êrîşê de 4 kes mirin.
Alîkarê Midûrê Emniyeta Tulsa Eric Dalgleish got, êrîşkar ne di nav 4 kuştiyan de ye.
Dalgleish diyar kir ku ew difikirin, êrişkar xwe kuştiye.
Hat diyarkirin ku êrîşkar li nexweşxaneyê hem fîşek û hem jî tivingek bi kar aniye.
Li gorî rayedaran polîs 3 deqe piştî îxbarê çûn cihê bûyerê û piştî deqeyekê bi êrîşkar re têkilî danî.
Rayedarên polîs û nexweşxaneyê diyar kirin ku heta niha nikarin nasnameya 4 kesên jiyana xwe ji dest dane eşkere bikin.
Kaptanê polîsan Richard Meulenberg diyar kir ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne û hundirê kompleksa tenduristiyê di ‘rewşa felaketê’ de ye.
Waliyê Oklahomayê êrîş wek “kiryareke bêwate ya kîn û şîdetê” bi nav kir û ji bo “bersiva bilez û wêrek” spasiya qanûnê kir.
Hefteya borî li bajarê Uvalde yê eyaleta Teksas a Amerîkayê, di êrîşa çekdarî ya li dijî dibistaneke seretayî de 19 zarok û 2 mezin bi giştî 21 kes hatin kuştin