Ji bo dizîna mewsima zeytûnan çeteyan sivîlekî 27 salî ji Mabata revand

Li Efrîna dagirkirî, ji bo ku dest daynin ser zeytûnan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî 27 salî ji navçeya Mabeta Revand.

Hat ragihandin 12’ê Cotmehê, çeteyan welatiyê bi navê Kanîwar Kemal Reşîdê 27 yê ji gundê Şêx Xutika yê Mabata revand.

Hat gotin ku bi armanca dizîna berhemên zeytûnan, çeteyan Kaniwar ji nav zeviyê wî revand.

Rêxitina Mafên Mirovan li Efrîn – Sûrî ragihand ku li navçeya Şera çeteyan kesê bi navê Mîlo Ebû Cemîl ji nav zeviya wî derxistin û zeytûnên 1350 daran talan kirin.

Li gundê Xilalka yê Bilbilê jî Çeteyan 50 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Qadir Şêx Qenber birîn.

Back to top button