Navbera Qibris û Misir û Yûnanistanê civîna sêalî

Li Qibrisê, civîneke sêalî di navbera serokomarên Qibris û Misir û serokwezîrê Yûnanistanê de pêk hat.
Di civînê ji bo pêşîlêgiritina gefên Tirkiyê yên li herêmê li hev hat kirin û şandina çeteyan ji bo deverên şer şermezar kirin.

Li paytexta Qibrisê Nîqosiya, serokomarê Qibrisê Nicos Anastasiades, Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û serokwezîrê Yûnansitanê Kyriakos Mitsotakis lotkeyeke sêalî li dar xist.

Piştî lotkeyê, aliyan kongreyeke çapemniyê pêk anî.

Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî destnîşan kir ku aliyên di lotkeyê de li ser pirsgirêkên herêmî û navdewletî xwedî heman nêrîn û helwest in.

Ebdulfetah El-Sîsî îşaret bi Tirkiyê kir û got ku hersê welat li ser pêşîlêgiritina gefên li welatên cîran û rojhilatê Deryaya Spî li hev kir.

Her wiha aliyan şandeya çeteyên biyanî li herêmên şer şermezar kir.

Derbarê aloziya Sûriyê de, El-Sîsî destnîşan kir ku biryarên Konseya Ewlekariyê dibe bingeha çareseriya aloziya Sûriyê.

Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî her wiha hebûna hemû hêzên biyanî yên nerewa li Sûriyê şermezar kir.

Qibris: Divê Tirkiye dev ji kiryarên xwe yên nerewa li derya Spî berde

Serokomarê Qibrisê Nicos Anastasiades jî axivî û ji bo çareseriya pirsgirêkan girîngiya têkiliyên bi Misir û Yekîtiya Ewropayê re destnîşan kir.

Nicos Anastasiades di axaftina xwe de bang li dewleta Tirk kir ku dev ji kiryarên xwe yên nerewa li rojhilatê Deryaya Spî berde, daku atmosfereke guncaw ji bo diyalogan ava bibe.

Yûnanistan: Tirkiyê li şûna nîqaşên li ser masê, siyaseta êrîş û gefan hilbijartî ye

Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Yûnansitanê Kyriakos Mitsotakis axivî û got ku lotkeya sêalî di hemwextê binpêkirinên Tirkiyê li herêmê pêk hat û got:

“Tirkiyê bi berfirehkirina sînorên xwe mijûl e û jidêla nîqaşên li ser maseyê, siyasteya êrîş û gefan hilbijartî ye.

Serokwezîrê Yûnansitanê diyar kir ku tişta Tirkiyê dike hişte ku pirsgirêk nava NATO’YÊ bixwe jî çêbe û bang li welatên Yekîtiya Ewropayê jî kir ku firotina çekan ji bo Tirkiyê rawestîne.

Back to top button