HRE: Gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin

HRE`yê ragihand ku ji bo tolhildana êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li gundê Basilê yê navçeya Şêrawayê li dar xistiye û di encamê de gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi dauxyaniyekê diyar kir ku ji bo tolhildana êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê li dar xistiye.

Her wiha da zanîn ku di wê çalakiyê de, gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin, çeperên wan hatine ruxandin.

Hêzê diyar kir ku wê demên pêş de encam û dîmenên çalakiyê parve bike.

Back to top button