“Me tedawiya zarokê bi navê Ebdo hilgirt ser milê xwe”

Rêveberiya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qonaxa yekem a dermankirina zarok Ebdo Henîfî dest pêkir.

Di vê derbarê de hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvîn Îsmaîl axivî .

Hêvîn Îsmaîl da zanîn ku Bûyerên mîna zarokê Abdo hene û em amadene amadeye ku Piştgiriya van kesan bikin.

Ji wan kesan zarokê bi navê Ebdo Henîfî ye.

Ku di encama bombebarana Tirkiyê ya li ser bajarê Kobanî de lingê wî hatibû jêkirin.

Her wiha Hêvîn diyar kir ku çi pêdiviyên di vê derbarê de û bijîşkên pispor hebin emê peyda bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zarokê bi navê Abdo Henîfî yê 4 salî di 8’ê Çileya îsal de di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser sivîlên Kobanê de lingê xwe ji dest da.

Back to top button