Musena Ebdulkerîm :Divê hikumeta Şamê guh bide xwestekên şeniyên Siwedayê

Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Musena Ebdulkerîm destnîşan kir ku daxwazên gelê Siweydayê rast in û divê hikumeta Şamê li wan guhdar bike. Musena Ebdulkerîm diyar kir ku sedema aloziya Sûriyê girêdana hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe ya şofînîst û dogmatîk e.

Mûsena Ebdulkerîm têkildarî mijr ji ajansa Hewarê re axivî.

Mûsena diyar kir ku tevger û xwepêşdanên şêniyên Siweydayê encamên zextan in û got :

“Hikumeta Şamê hewl da vê tevgerê têk bibe.

Tiştekî nû tune bû.

Wekî her carê hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî şand da ku tevgera gel a li Siweydayê tune bike.

Armanca wan ji vê yekê ku wan bitrsîne.”

Ebdulkerîm diyar kir ku daxwazn şêniyên daxwazên rast in.

Lewma Divê hikumeta Sûriyê guh bide daxwazên şêniyên Siweydayê.

Mûsena Ebdulkerîm dawiyê tekez kir ku Divê hikumeta Şamê zanibe ku yekane çareserî ji aloziya Sûriyê re diyaloga sûrî – sûrî û pêkanîna projeya neteweya demokratîk e.

Back to top button