Peru 2,3 ton kokeîna bo Tirkiyê dihat şandin desteser kir

Li Perûyê 2,3 ton kokaîna ku dixwest bi qaçaxî bikeve Tirkiyê hat desteserkirin.
Polîsê Perûyê got:
“Ev cara yekem e ku şandineke wiha bo Tirkiyê pêk tê.”

Rejîma AKP-MHP Tirkiye veguherandiye rawestgeha madeyên hişbir.

Serokên mafiyan di serdema vê rejîmê de karîn bi awayekî rehetî li nava Tirkiyê tev bigerin û bicih bibin.

Li Perûyê hejmareke zêde ya kokaîna ku bi nîşana qaçaxçîtiyê dihat xwestin derbasî Tirkiyeyê bibe, hat bidestxistin.

Li bajarê El Callao yê bendera herî mezin a Perûyê ya nêzî paytext Lîmayê ye, bi qasî 2,3 ton kokaîn hat desteserkirin.

Qaçaxçiyan kokain bi lastîk pêçabûn û xwestibûn weke seramîkan bidin nîşandan.

Serdegirtina roja Îna borî ya li ser depoyek li bendera El Callao, tiştek nû bi xwe re anî.

Midûrê Emniyeta El Callaoyê Albay Luis Angel Bolanos diyar kir ku berê bûyerên bi vî awayî piranî li benderên Belçîka, Hollanda, Spanya û Fransayê çê dibûn.

Ev sewqiyata dawî ji bo Tirkiyê bûyereke nû ye.

Bolanos wiha got:

“Bi qasî ku em dizanin ev cara yekeme ku sewqiyata li benderên Perûyê hatiye kirin ku armanc gihandina wê ya bo Tirkiyê bû.”

Kokeîna ku şeklî seramîkê hatî dayîn, di sindoqên dare de li nava konteynirekê hate dîtin.

Polîsên Perûyê kokaîna desteserkirî li Lîmayê di civîneke çapemeniyê de nîşan dan.

Midûrê Polîsan Bolanos anî ziman ku kokaîna hatiye desteserkirin “bi kêmanî bi nirxê 20 milyon dolar e”.

Perû par 86,4 ton tiryak û madeyên qaçax desteser kiribû.

Daneyên polîsan eşkere kirin ku ji van madeyên tiryak 28 ton kokaîn bû.

NY: Perû û Kolombiya welatên herî zêde kokeîn lê tê hilberandin e

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) Perû û cîrana wê Kolombiya di nava hilberînerên herî mezin ên kokaînê de ne.

Back to top button