Hesekê-Yekîtiya Şaredariyan civîna xwe ya sala 2023 li dar xist

Meclisa Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê civîna xwe ya sala 2023’an li bajarê Hesekê li dar xist.
Di civînê de gelek nîqaş hatin kirin.
Li gorî civînê nêzî 379 pirojeyên şaredariyan pêk hatine.

Îro bi Amadebûna 200 ji Rêveber û Berpirsên Nivîsgehan, Meclîsa Yekîtiya Şaredariyan a kantona Cizîrê Civîna xwe ya sala 2023’an li bajarê Hesekê li dar xist.

Di civînê de rojeva Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyê hat parvekirin û rapora Salê hat xwendin.

Di sala 2023 de bi qasî 379 pirojeyên şaredariyan pêk hatin

Di Qonaxa li pişt ragihandina Hevpeymana Civakî ya rêveberiya Xweser gelek Sazî û Desteye bi şêweyekî nû tên bi Rêxstin-kirin û ji nav wan meclîsa Yekîtiya Şaredariyên Demûqratîk e.

Li kantona Cizîrê 57 Şaredarî hene û di sala 2023’an de bi qasî 379 pirojeyên şaredariyan pêk hatin.

Di pirojeyên Sereke ê Yekîtiya Şaredariyên herêma Cizîrê de, pêkanîna Pirojeya Ava Amûdê ji bo Hesekê û Serastkirina kenalîzasyonên gelek bajaran bûn.

Back to top button