Di çarçoveya piştgiriya daxwazên girtiyan de li 6 bajarên Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên Nobeta Edaletê tên lidarxistin.
Îro bi daxuyaniyekê li Mêrdînê jî bi pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan Nobeta Edaletê dest pê kir.
Rêveberên partiya siyasî, nûnerên sendîkayê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de îşaret bi çalakiya greva birçîbûnê hate kirin û bang li her kesê kirin ku piştgiriyê bidin girtiyan.