Ekvador-Piştî reva serçeteyê Koma Narkotîk rewşa awarte hat ragihandin

Piştî reva Serçeteyê bi navê Fîto yê Koma Narkotîk li Ekvadorê ji bo 2 mehan rewşa awarte hat ragihandin.
Fîto yê ji sala 2011an vir ve li bajarê bendergeha Guayaquil girtî bû, roja Yekşemê reviya ye.
Der barê 2 efserên girtîgehê de yên “bi îdiaya ku di reva Fîto de cih girtine” lêpirsîn hate destpêkirin.

Piştî ku lîderê çeteya narkotîkê “Los Choneros” Adolfo Macias ê ji girtîgeha Guayaquil reviya, li Ekvadorê rewşa awarte hat ragihandin.

Serokê Ekvadorê Daniel Noboa piştî aloziya li hin girtîgehên welêt ku ji ber ku reva Serçete Fîto derketin, ji bo 60 rojan rewşa awarte ragihand.

Serçete Macias, yê bi nasnavê “Fîto” ku 34 ceza xwaribê beriya ku bireve, di girtîgeheke ewlekarî ya giran de dihat ragirtin.

Di çarçoveya Rewşa Awarte de tê payîn leşker li kolanan û girtîgehan werin bicihkirin

Her wiha li gelemperiya welêt ji saet 23:00’ê êvarê heta 05:00’ê sibehê qedexeya derketina derketina derve were ragihandin.

Hikûmetên berê yên li welatê Amerîkaya Başûr jî ji bo misogerkirina ewlehiyê serî li rewşa awarte dabûn, lê nekarîn encamên berbiçav bi dest bixin.

Serokomarê Ekvador biryarnameya rewşa awarte îmze kir

Serokomarê Ekvadorê Noboa di vîdyoya ku li ser platforma medyaya dijîtal de hat weşandin de got:

“Rewşa Awarte wê hemû piştgiriya siyasî û yasayî bide hêzên çekdar da ku di têkoşîna li dijî komên narkoterorîst de erkên xwe bi cih bînin.”

Serokomar Noboa da zanîn wî biryarnameya Rewşa Awarte îmze kiriye û wiha got:

“Dema mehkûmên bazirganiya narkotîkê, kujer û sûcên organîze yên ku ferzdikin wê dewlet çi bike qediya ye.

Ji sala 2021’an ve ji ber şerê navbera çeteyên dijber 400 girtî mirine

Ajansa zîndanê ya Ekvadorê jî ragihand ku ji sala 2021ê ve bûyerên şerê çekdarî yên navbera çeteyên dijber pir caran diqewimin û heta niha herî kêm 400 girtî mirine.

Serçeteyê Los Choneros ji sala 2011an vir ve li bajarê bendergeha Guayaquil girtî bû

Di lêpirsîna rûtîn a polîsan de hat fêmkirin ku Fîto yê 44 salî roja Yekşemê winda bûye.

Derbarê 2 efserên girtîgehê de ku alikariya Fîto kirine lêpirsîn hate vekirin

Di vê navberê de dozgeriyê ragihand ku der barê 2 efserên girtîgehê yên “bi îdiaya ku di reva Fîto de cih girtine” lêpirsîn daye destpêkirin

Back to top button