KCK: Armanca komployê Kurdan bê rêbertî, nasname û statu hiştine

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê diyar kir ku armanca komployê ew bû ku Kurdan bê Rêbertî, nasname û statu bihêlin. KCK’ê bang li gelê kurd û dostên wan kir ku hîn zêdetir Rêber Apo bikin ê mirovatiyê û berxwedaniya xwe kûr û mezin bikin û ber bi serketinê ve bimeşin.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê ji bo salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê di şexsê şehîdên “Kes Nikare Roja me Tarî Bike” hemû şehîdan bi bîranî û berxwedana Rêber Apo ya li dijî tecrîdê slavkir.

KCK’ê balkişand li ser armanca komployê û got:

Hêzên komploger bi komployê weke sedsala 20’an dixwazin gelê kurd di sedsala 21’emîn de jî bê rêbertî, nasname û statû bihêlin.

Lê berxwedana Rêber Apo û ya gelê me ev armanca komployê pûçkir.

Hêzên komploger bi rengên nûjenkirî, bi rê û rêbazên nû hewl didin komployê bidomînin.”

KCK’ê dazanîn ku desthihata faşîst a AKP-MHP’ê pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê li Tirkiyê kirine siyaseta serwer.

KCK’ê diyar kir ku projeya Netewa Demokratîk ji bo mirovahiyê rê li pêşiya geşedanên mezin vekiriye û got:

Ji ber vê, hêzên hegemon ên navnetewî, li dijî operasyonên dagirkirin û îmhakirinê yên dewleta Tirk a qirker û mêtinger ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûr bêdeng dimînin.

KCK: Rojên serfiraziyê nêzîk in, em hemû bi hev re bi teqezî bi ser bikevin

KCK li dijî bêdengiya hêzên hegeman, xwedî derketina 4 parçên kurdistanê û cîhanê ji Rêber Apo slav kir û got:

“Pêngava, ”Dema Wê hatiye! Niha dema azadiyê ye!’ dengê hemû derdorên ku li Rêber Apo xwedî dertên, azweriyên jiyana azad tîne cem hev, di çemê demokrasî û azadiyê de digihîne hev.

Ev pêngav ne tenê ya Kurdan e. Bûye pêngava azadî û demokrasiyê ya hemû mirovahiyê.

Em li ser navê Rêber Apo malavayî li wan hemû kesan, dostan dikin ku bi asta cîhanî tevlî pêngavê bûne û desteke xwe radigihînin, em wan bi hezkirin, hurmet slav dikin, têkoşîna wan slav dikin.”

KCK’ê ban li gelê kurd jî kir û got:

Gelê me divê bi hêza xwe bawer be, berxwedana xwe geştir bike û têkoşîna xwe bilind bike. Serfirazî wê bi teqezî ya gelê me yê berxwedêr, dostên me yên azadîxwaz be. Rojên serfiraz nêzîk in û em ê bi hev re bi ser bikevin.

Back to top button